image
Hüseyin Naci Niviskar
image

Do bi du hevalên hêja u dilsot ve çûme tazîya dostekî xwe ku burayê wî li Efrînê  şehîd bûbû. Kesê şehîd bûbû, malbata wî bi cil û bergên xwe û bi metanet û rabûn û rûniştandina xwe dîyar dikirin ku malbatek bawermend bû. Berî ku qisedan bên kirin, di qasêtekê de Qurana pîroz dihat xwendin. Piştî li hev pirsînê bername dest pê kir.

Bername di bin kontrola PYD’ê de bû. Berî fatîhê rabûn ser pîya û deqeyekê serê xwe kirin ber xwe, lê min û hevalê xwe me fatîha şerîf xwend. Bi navê PYD’ê qisedan hatin kirin. Li ser yekîtî, welatparêzî û berxwedana Efrînê hat qisekirin. Piştî wê, bi navê Goran ku ji wî şexsî bêtir kesekî Goran li bajarê Bonnê tuneye (ger min goran nasnekiriba minê bigota Kurdistan ji Goran ibaret e) Xwedîgravî  piştgirîya Efrînê dikir. Baş e, wextê wî qise dikir, ji ber xîyaneta Kerkukê û beyanatên wan ên gemar li dij referendûma ji bona serxwebuna Kurdistanê madê min li hev diket, lê rûçikê wî yê bê heya sor nedibu. Her kesên li wir dizanîbûn û tê digîhîştin ku Goran dixwaze cinazê xwe yê xîyanetê di xasilxana Efrînê de bişo. Ger Efrîn ji mehekî vir de li ber xwe dide, ji ber ku xîyanetî hê li Efrînê çênebûye û xinçera bi jehrî hê li pişta PYD’ê neketiye. Wê tenîya reş ya li Kerkukê ku bi rûçên wan yê bêxîret gerîyaye, dixwazin bi xwîdana berxwedana  Efrînê ve bişon. Ha Goran, ha YNK û ha jî PKK hetanî li xetayên xwe yên sîyasî varneqilin, dujmin jî wê her tim ji wan xetayên wan îstifade bikin.

 Xetayên Goran û kurên Talebanî  ji dereca xetayan derbas bûn û gîhîştin merhela cinayetan. Cinayetên sîyasî, îspîyonatîya ji dujmin re û fesadîya navnetewî ji vana hinek in. Yê PKK’ê jî mixabin dujmintaya dîn ş bawerî û enanê Kurdewarî nin ku di her bingeh û firsendê de tînin zimên. Ku di wê şînê de qaşo yekî bi sifetê Meletîyê xiber da, neuzubillah! Hiqareta ku li islamê û li xelîfên îslamê kir, yek diçû bi hezarî. Ew eşxasê menxûs bi serê xwe nikaribû wuha galegalî bikira û girêza xwe birêta. Bes pişta xwe didin PKKê yan PYD’ê û wisa xiber didin.

Ey gelê Kurd!

Bizanibe ku halê îslamê jî bûye wek halê Kurdan.

Dujminên Kurdan ji pîrozîya îslamê îstifade dikin û ji bo armancên xwe yên qirêj û gemar bi kar tînin. Kurdên çep jî vê yekê ji xwe re firsendek dibînin û hicûm û hêrişên bawerî û muqedesatên bisilmanan her wuha Kurdên bawermend dikin.

Ey kesên xwe çep dizanin û dibêjin em kurdin!

Ey kesê dujmintaya dînê îslamê dikin!

Ey kesên xwe medenî û rewşenbîr û hunermend dihesibînin!

Ma hûn weqas kerr û kor û nezanin ku di xutba wedaê de Pêxember (e.s.) dibêje „malê bisilmanan, irzên bisilmanan, canê bisilmanan ji bisilmanan re heram e“.

Ma hûn ewqas nexwendî û nezanin ku Xwedayê mezin di Qurana pîroz de dibêje « di nezera Xweda de kî nefsekî bê sûc û guneh bikuje, her wekî nefsên li rûyê erdê gişt kujtîye zulm tê hesêbkirin »

Qencî û exlaqên îslamê tevan bidine aliyekî, van herdu destûrên pîroz ji bo hemû beşerîyetê kafî ye.

Belê, hûn ewqas muanîd in û nizanin ku hetanî van 30 salên dawîn serhildan û xîret û qehremanên Kurdan ji %99 alim û şêx û muderîsên îslamîn in.

Bo milletê Kurd di vê esrê de, gelê Kurd hestî be, bîr û bawerî û urf û adetên wan jî goşt e. Yek bê yekî nabe. Ew tevgêrên ku bi navê çepî û ideolojîya Marxîst bi zor û zerpê ve serastî ser miletê Kurd bike, tu bizanibe ku ew kes jî bi qasî dujminên Kurd zirarê didin doza Kurd. Çi balkêş e, ew kesên ku dijmintîya bawerîya îslamê ya gelê Kurd dikin, di pîlana qirêj ya li ser Kerkûkê de bi dewleta Îranê ya îslamî re li himber Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navoka xîyanetê de cih girtin. Li hêla din berxwedana Efrînê dişibînin Lenîngradê. Gelo çîyê Serhildana Agirî, Şorişa Îlonê yan destana Kobanê ji Lenîngradê kêmtir e?

Ey bêfehmno!

Ma hûnê kengî fêhm bikin ku kesê Efrîn firotîye ji Lenîngradê ye!

Ma hûnê kengî fêhm bikin ku bes Kurd bira û pişmêrkê Kurd e!

Ma hûnê kengî têbigehên ku kul û keder û armanc û dujminên gelê Kurd yek in!

Ma gulleyên neyarên Kurdan navnîşana Êzîdî û ciristîyan û bisilmanan dipirse?

Em hetanî van realîtan û rastîyan nekin serê hinek serhişkan, wê her tim ev şaşitî, alozî, tenaquzat û paradoks di nav tevgêr û hêzên Kurdan de hebin , şax  û rehên xîyanetê wê bincil bimîne. Hetanî ev şaxên şaşî jî di nav tevgêrên Kurdan de hebin, wê xewn û xeyal û hêvîyên gelê Kurd wek bêbextî û xîyaneta li Kerkûkê têk herin.

Ji bona hê roj li me neçûye ava, xwenasî, Xwedênasî wê bibe sedema yekîtî û desthevgirtin û pêşketina gelê Kurd.

Bi hêvîdarîya yekîtî û desthevgirtina gelê Kurd yê qehreman.

 

Hüseyin Naci

21.02.2018