image
Z. Brîndar Niviskar
image

Heke hûn hevdîtin, vîdeo û daxuyanîyên Ocalan yên li Girava Îmralî bixwînin û temaşe bikin, hûnê bibînin ku dagîrkirina Efrîne gava yekem a dagîrkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, plan û projeya Îmralî û dewletê bi xwe ye û navê wê jî Mîsakî Mîllî ye. Ango, dagîrkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê û pêkanîna xewn û xeyalên dewleta Osmanî ye. Wek tê zanîn, berî dabeşkirina Kurdistanê, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di nav sînorên Osmanî de bûn û îro jî rayedarên dewleta Tirkîyê bi wê xewnê radikevin û bi wê xewnê vediciniqin.

Ocalan, di mikurhatinên xwe de digot: “Ezê bi hostetîyek mîmarî Kurdan bi dewletê ve girêbidim“ û pêşniyaz dikir ku ji bo Mîsakî Mîllî komisyon bên avakirin. Ji roja ku peyama Ocalan li Newroza Amedê hat xwendin (2014) û heta îroj, plan û projeyên Mîsakî Mîllî didomin û heta bi roja îroj jî di pişt perdeyan de senaryoyên wê tên nivîsandin.

Yek ji sedema mana PKK li Qendîlê û desttêwerdana Başûrê Kurdistanê, plan û projeya Mîsakî Mîllî ye. Dagîrkirina Şingalê û piştgirîya xiyaneta Kerkûkê, plan û projeya Mîsakî Mîllî ye. Sedema avakirina kantonên Rojava, înkarkirina navê Kurdistanê û guhertina navê Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûrîyê) plan û projeyên Mîsakî Mîllî ne û ev jî bi teorîya Ocalan û bi pratîka PKK û dewleta Tirk bi rêve diçe.

Wek tê zanîn, Amerîka û hevpeymanên wê bi navê “ Projeya Mezin a Rojhilata Navîn“ projeyek mezin dabûn destpêkirin. Destpêkirina nakokî, şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn tev berhemên vê projeya mezin in. Herweha xuyaye ÎŞÎD jî parçeyek ji vê projeyê ye. Bêdengîya ku Amerîkayê li hember xiyanet û dagîrkirina Kerkûkê û dagîrkirina Efrînê nîşan da, dide xuyakirin ku dibe Mîsakî Mîllî ya dewleta Tirk û PKK jî parçeyek ji vê projeya mezin be. Heke ne wisa bûya, Serokkomarê Tirkîyê Erdogan (dema serokwezîr bû) di destpêkirina Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de ne digot “Ez hevserokê BOPê (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn) me“.

Efrîn ket

Bi dagîrkirin yan jî radestkirina Efrînê re sedema ku PKK û PYD nedixwestin Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin û Rojavayê Kurdistanê biparêzin, xweş hat famkirin û pir zelaltir eşkere bû. Heke Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava û Efrînê bibûna, Tirkîye wê zû bi zû nikarîbûya êrîşî PDK, Barzanî, Pêşmergeyên Roj û hêzên li pişta wan bikira bikira û Efrîn dagîr bikira. Ji alîyê din wê Pêşmergeyên Roj doza federasyonek Kurdistanî yan jî serxwebûna Kurdistanê bikira û wê navê Rojava jî nekiriba Bakurê Sûrîyê. Helbet ev yek jî şano û senaryoyek ji projeya Mîsalî Mîllî bû.

Piştî berxwedanek nêzîkî 60 rojî, YPG xwe ji Efrînê vekişand û derîyê dagîrkirina Efrînê ji dewleta Tirk re vekir. PKK û PYD a ku henekê xwe bi PDK û Barzanîyan dikirin çima ku xwedêgiravî di dema êrîşên ÎŞÎDê de Şingal terikandine û qaşo bi 7 gerîllayan Şingal rizgar kiribûn, çi mixabin e ku bi 50 hezar gerîllayên  xwe xwe ji Efrînê vekişandin û Efrîn radestî dewleta Tirk û Erdogan kirin. Hem jî ewqas çek û sîlehên giran ku Amerîkayê dabûn wan li Efrînê ji artêşa Tirk re hiştin û Efrîn terikandin. Hem jî çekên ku karîbûn pê balafiran bixin xwarê û tanqan jî biteqînin. Ew çekên giran, ew tanqsawar çima li dijî artêşa Tirk nehatin bikaranîn pirsek mezin di serê mirovan d eçêdike.

Balkêş e, hem jî di kîjan rojê de Efrîn terikandin hûn zanin?

Di roja salvegera Çanakkale de!

Ango, di 18ê Adarê de.

Di esasê xwe de Efrîn ji zûde ketibû. Lê li benda 18ê Adarê hat hiştin da ku di vê rojê de hem serkeftina Çanakkale û hem jî serkeftina Efrînê bê pîrozkirin. Ango, hat xwestin ku bi kevirekî du çûk bên kujtin.

Me di nivîsên berê de qal kiribû û gotibû ku “qedera Serokkomarê Tirkîyê Erdogan bi serketina Efrînê ve girêdayî ye. Heke Tirk di Efrînê de biserkevin, wê Erdogan jî di hilbijartinên 2019an de biserkeve û dîsa bibe serokkomar. Na heke li Efrînê bisernekevin, wê Erdogan wenda bike û di hilbijartinên 2019an de nabe serokkomar“. Piştî radestkirin û dagîrkirina Efrînê, payedarîya ku di van çend salên dawîyê de ji Erdogan kêm bûbû, xuyaye wê qat bi qat zêdetir bibe û wê serkeftina hilbijartinên 2019an misoger bike. Tew ku (weke tê gotin) bi Iraqê re şerê PKK bike û bajo ser Qendîl û Şingalê,  êdî li seranserê Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê wê kes nikaribe pişta Erdogan bide erdê û jê re bêje sîya te xwar e. 

Mîsakî Mîllî, şerê PKK û xeterîya li ser Başûr

Serokkomar Erdogan û rayedarên Iraqê eşkere dikin  ku wan li ser PKK li hev kiriye û herî dereng heta meha Gulanê ewê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dest bi şerê PKK bikin. Bi taybet Qendîl û Şingal di plan û projeyên dewleta Tirk de ne. Her şiqas rayedarên Iraqê li dijî dakîrkirina Şingalê bin û nerazîbûna xwe nîşanî Tirkan didin jî, lê dibe ku ji bo Qendîlê dengê xwe nekin û alîkarîya artêşa Tirkîyê jî bikin. Her çiqas PKK îro taşeronîya Îranê dike jî (Ocalan gotibû em rêxistinek taşeron in) lê xuyaye Iraq jî dixwaze ji bela PKK xilas bibe da ku Tirk bela xwe ji Başûrê Kurdistanê (ku halîhazir wek parçeyek ji xaka Iraqê dixuye) vekin û hew xaka Iraqê bombebaran bikin. Ango, Iraq dixwaze qozê PKK ji destê Tirkîyê derêxe.

Li vir xeterîya herî mezin li ser Başûr û bi taybet jî li ser PDK û Barzanîyan e.

Heke bê bîra we, di Tebaxa 2017an de çend serok û rêvebirên Îstîxbarata Tirkîye (MÎT) li Silêmanîyê ji alî PKK ve hatibûn girtin. Li ser girtina wan endamên MÎTê gelek spekulasyon, paşgotin û nirxandin hatin kirin. Heta îro jî bi eşkereyî ne dewleta Tirk behsa wan kesan kir û xwe da ber barê elemanên (hêman) xwe, û ne jî PKK piştî mehekê behsa wan kir. Gelo ew endamên MÎT ê birastî ji bo girtina Cemîl Bayik çûbûn Silêmanîyê, yan ji bo wan rojên ku piştî ketina Efrînê wê li Başûrê Kurdistanê biqewimin hatibûn şandin û bi hinceta girtinê ew şandibûn Qendîlê? Ev pirs di serê mirovan de bê bersiv mane.

Piştî ketina Efrînê, endamê Serokatîya KCK û PKK Duran Kalkan (ku Tirkekî ji bajarê Adanayê ye û ji grûpa Enqerê ye) daxuyanîyek pir balkêş da. Di daxuyanîya xwe de, ku wek peyamek sergirtî jî mirov kare bixwîne û binirxîne, dibêje, “Li beramber Efrînê emê jî Şemdînlîyê (Geverê) bistînin“.

Di gotinên Kalkan de du peyamên girînd tên dîtin.

  1. Wek Amed, Cizîr, Şernex, Nisêbîn û bajarên din, wêrankirin û rûxandina Şemdînlîyê (Geverê).
  2. Vexwendina artêşa Tirk ji bo dagîrkirina Şingal û Başûrê Kurdistanê (bi taybet jî herêmên ku di bin desthilatdarîya PDK û Barzanîyan de ne.

Tu dibê qey Geverê ne bajarekî Kurdistanê, lê bajarekî Tirkîyê ye. Duran Kalkan ji min û we baştir zane ku çi dibêje û behsa çi dike, çi peyaman dide û dide kê. Heke Kalkan bigota “Emê li beramber Efrînê bajarê Adanayê yan Konyayê bistînin“ bêguman mijar û peyam dihatin guhertin. Lê stendina Geverê rasterast vexwendina artêşa Tirk û wêrankirina Geverê ye, pê re jî derbasbûna Başûrê Kurdistanê ye. Û ev yek jî helbet dîsa plan û projeyek ji ya Mîsakî Mîllî û dagîrkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.

Di vir de bi taybet divê PDK û Barzanî li hember lîztikên dewleta Elî Osman û PKK pir zîz û hesas, pir aqlêselîm û baldar bilivin, nekevin xeletîya dilnermî û hestên brayetîya xwe û PKK û xwe ji dewleta Tirk re nekin “Golika Beş“. Wek hûn zanin, golika ku enîya wê bi rengî spî deqandî be, di nav garanê de tim beloq û kifş e. Heke hat û di navbera dewleta Tirk û PKK de li Başûr şerek dest pê kir (ku dest pê bike jî wê şerekî bi şêwr û mişêwr be), divê PDK û Barzanî nebin alî, nebin teref û xwe û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê nekin bi qurbana PKK û dek û dolabên wê.

Divê PDK û Barzanî vê yekê qet ji bîr nekin. Wan bi alîkarî û piştgirîya PKK (protokola Şamê 1983-84) Kurdên Bakur û tevgera netewparêzî ya Kurdên Bakur pir êşandin û têk birin. Heke ew jî naxwazin wek Kurdên Bakur ji alî PKK û piştpalên wê ve bên êşandin û têk biçin, divê zû û ne dereng, kumê xwe deynin ber xwe û kûr kûr bifikirin.

 

Z.Brîndar

23.03.2018