image
Z. Brîndar Niviskar
image

Piştî referendum û encama referandûmê, Kurd pir nêzîkî serxwebûnê bûbûn. Heke xiyaneta li Kerkûkê nebûya, belkî niha rewşa Kurd û Kurdistanê di astek din de seyr bikira. Lê xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin ji pişt ve xincerek li nav pişta Kurdan xist, xincerek bêbextî ku karîbû xewn û xeyalên serxwebûna Kurdistanê ji bo demekê be jî taloqî salên pêş bike.

Helwesta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û encama referandûmê, ji dinyayê re nîşan da ku milletê Kurd îradeya xwe radestî serxwebûnê kiriye û dixwaze wek milletên cîhanê bibe xwedîyê dewleta xwe. Lê mixabin, wek ku serokê milletê Kurd Mistefa Barzanî jî gotibû, “yek ton edalet bû bi qurbana bîdonek petrol” û Kurd dîsa ji petrola xwe û ji berjewendîyên dewletên rojava wek Amerîka û Brîtanya re bûn qurban. Xiyaneta li Kerkûkê ne tenê bi destê hinek Kurdên xwefiroş çêbû, bi bêdengmayîna xwe û ji bo berjewendîyên xwe darbeya herî mezin dîsa Amerîka û Brîtanya li Kurdan xist, ew jî bûn şirîkên xiyaneta li Kerkûkê û têkçûna xewn û xeyalên serxwebûna Kurdistanê.

Wek tê zanîn, peymana Sykes-Pîkot bi destê du dewletan cîbicî bû û Kurdistan hat parçekirin. Brîtanya û Fransa. Ev herdu welat doh jî û îro jî li Rojhilata Navîn xwedîyên plan û projeyên kûr û dûr in, xwedî gotin in. Gava em Amerîkayê jî bigrin ber çav, ev hersê dewletên mezin û bi bandor wek xwedî û sermayedarên Rojhilata Navîn derdikevin pêş. Bêyî riza û daxwaza van hersê dewletên mezin û bi hêz, ger û tevgerek serbixwe zehmet e. Piştgirî û alîkarîya van hersê dewletan ji bo Kurdan girîng e, ferz e.

Di pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê de ev hersê welat jî bi dilgiranî nêzîkî refrandûmê bûn, li dij derketin. Bêdengmayîn û alîkarîya xiyanetkarên Kerkûkê jî nîşana vê dilgiranî û nerazîbûnê bû. Bi taybet Amerîka û Brîtanya dîsa “yek ton edalet kirin bi qurbana bîdonek petrola Kerkûkê” û meydan ji Îran û Rûsyayê re hiştin. Bîdonek petrol Kerkûkê qedera Kurdan serûbinê hev kir, ew ji xewna serxwebûnê dûr xistin û dîsa xeyalşikestî kirin.

Armanca xiyaneta ku bi giştî ji alî (beşek ji YNK, Talabanî, PKK, Goran, Amerîka, Brîtanya, Îran, Iraq û Tirkîye) li Kerkûkê hat kirin, ne tenê Kerkûk û encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Bi Kerkûk û serxwebûnê ve girêdayî, armanca herî girîng têkbirin, bêdengkirin û dûrxistina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Mesûd Barzanî bû, ji ber ku Barzanî remz û nîşan, sembol û aldarê referendûma serxwebûnê û serkêşê vê daxwaza pîroz bû. Xiyanetkaran bi dûrxistina Barzanî û desthilatdarîya wî xwestin dîsa Kurdistanê di nav sînorên Iraqê de bifetisînin, Kurdan bi Iraqê ve bizeliqînin, wek zewacek bêdil Kurd û Ereban bi hevre bizewicînin û wan ji serxwebûnê dûr bixin. Ne tenê li Başûr, lê li her çar parçeyên Kurdistanê heman dek û dolab, heman plan û proje tên meşandin.

Bi xiyanet û radestkirina Kerkûkê û dûrxistina Mesûd Barzanî re Kurd vekişîyan sînorên berê û hatin rewşa ku ji nû ve bi Bexdayê re dest bi dialog û dan û stendinan bikin. Her çiqasî îro Heyder Ebadî û hikûmeta Bexdayê sergiranîyan li Kurdan dikin û xwe nadin ber barê diylogê jî, lê daxwaza Amerîka, Brîtanya û Fransayê diyalog e û hersê dewlet jî dixwazin ku herêma Kurdistanê û Bexda pirsgirêkên xwe bi rêya dialogê û di nav sînorên Iraqek yekgirtî de çareser bikin.

Gelo di xiyanet û radestkirina Kerkûkê û rewşa îro de sûc û gunehê Kurdan tunebû?

Helbet hebû. Tunebûna artêşek yekgirtî û Kurdistanî, dubeşbûna hêzên pêşmerge (yên PDK û YNK), nakokî û pirsgirêkên navbera partîyên siyasî, jiçapxistin û pûçkirina parlamentoya Kurdistanê, tunebûna hevkarîyek netewî-mîllî û xwedîlêderketina destkeftin û berjewendîyên netewî, kêmasî, sûc û astengîyên herî mezin bûn.

Û ev sûc û gunehkarî ji çi tên, ji ber çi çêdibin?

Ji ber tunebûna hêz û tifaqa netewî, ji ber jarbûn û parçebûna desthilatdarîya Kurdistanê û ji ber tunebûn yan jî kêmbûna fikra netewî-mîllî. Aha di vir de gotinên rayedarên Amerîka, Brîtanya û Fransayê tên ber çavên me:

“Divê Kurd bibin yek, bibin yek deng. Di nav sînorên Iraqê de em alîgirê Kurdistanek xurt û bi hêz in!”

Li ser daxwaza Fransayê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîhgirê wî Qubat Talabanî û heyeta bi wan re serdana Fransayê û Qesra Elysee kirin, bi Serokkomar Emmanuel Macron re hevdîtinek kirin.

Helbet peyamên Macron ji bo Kurdan girîng bûn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi taybet du peyamên girîng dan Kurdan.

  • Ez bawerîyek mezin bi serokên ciwan Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî tînim.
  • Divê Kurd bibin yek û yek deng.

Gelo ji îro û pêde serok û siyasetmedarên ciwan ji Kurdan re divên?

Gelo sebeb û sersebebên pirsgirêk û nakokîyên ku heta îro li serê Kurdan bûne bela,serok û siyasetmedarên kevnar in? Gelo bi hatina serok û siyasetmedarên nû û ciwan wê Kurd karibin pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, hevkarî û tifaqek netewî çêkin û berjewendîyên Kurdistanê di ser berjewendîyên xwe û partîyên xwe re bigrin? Gelo dûrxistina Mesûd Barzanî ji bo rêlibervekirina serok û siyasetmedarên ciwan gavek nû bû?

Helbet emê encamên van kiryaran di pêşerojê de bibînin. Lê gotinên Macron nîşana wê yekê ye ku wê Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî di pêşeroja Başûrê Kurdistanê de xwedî gotin û erk bin. Lê wê Nêçîrvan û Qubad karibin artêşek hevbeş û Kurdistanî saz bikin, wê karibin nakokî û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, halîhazir kes nizane.

DIVÊ KURD BIBIN YEK Û YEK DENG

Aha ser û binê serketin û binketina Kurdan di van herdu gotinan de veşartî ye. Bibin yek û yek deng!

Ji roja roj de ji ber ku Kurd ne yek bûn û ne yek deng bûn, têk çûn, bindest man û nebûn xwedî dewlet.

Ji roja roj de ji ber ku Kurd ne yek û ne yek deng bûn, hevdu kujtin, bûn dijminên hev, tar û mar bûn û bûn sebebê xurtbûna dijminên xwe.

Û ji roja roj de heke Kurd yek bûna, yek deng bûna, yek hêz bûna, yek artêş bûna, niha ji zûde Kurdistan ava kiribûn û xwedîyê dewleta xwe bûn. Lê parçebûna navxweyî carek din nîşan da ku heke yekîtî û yekdengî tunebe, wê Kerkûk jî ji dest biçe, Silêmanî jî, Hewlêr jî.

Di vir de dive peyam û xwestekên Amerîka, Brîtanya û Fransa ya ku dibêjin “em di nav sînorên Iraqek yekgirtî de Kurdistanek xurt û bi hêz dixwazin” neyê piştguh kirin. Helbet gotina “Iraqek yekgirtî” sînor û dem jê re tuneye. Belkî îro hebe, sibê tunebe. Lê “Kurdistanek xurt û bi hêz” şertê hebûn û tunebûna Kurdan e. Şertê pêşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Kurdistanek xurt û bi hêz tunebe, ne Kurd wek Kurd dimînin, ne jî Kurdistan wek dewlet kare li ser lingan bijî û bimîne.

Werhasilî kelam, seydayê nemir Cegerxwîn bi salan berî Emmanuel Macron gotibû:

Kurdino!

Heke hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!

 

Z. Brindar

03.12.2017