image
Hüseyin Naci Niviskar
image

Bi çavek mayîn Pirsgirêka Tirkan
Bêjeya heqê ji 99 navê Xweda yên xweş û qenc, ji heq tê. Tê wê maneyê ku ew Xwedayê mêhrîban bi navê xwe yê adil heqê her xwedî nefsê parve kirîiye. Hinek şexs û qewm  û civak henin ku bi vê parvekirina Xwedê razî nabin.

Dema di navbera du kesan de nîqaş û pirsgirêkek serî hilde, mûheqeq yek ji wan heqdar e û yê din jî neheq e. Wê çaxê tê fêmkirin ku sedema pirsgirêkê ne ew kesê heqdar e, sedema pirsgirêkê ew kesê neheq e. Lewre ew kesê neheq bi heqê xwe razî nabe û dibe sedema fitne û fesadîyê. Her wuha heqê îfsad dike.

Pirsgirêkên civakî jî her wûhanin û bi du bendî nin ku hêlek heqdar e û hêla din jî neheq e û mufsîd e.

Ji bona van pirsgirêkên şexsî an jî civakî bêne çareserkirin, du rê li pêşîya xwedî aqilan heye.

Rêya yekem ew e ku Xwedayê alemê bi wasita qasidên xwe di pirtûkên semawî de nîşan daye û ji zarokên Adem re rê nîşan daye û sînorek danîye.

Rêya duyem ew e ku beşer bi rêya êqil  ji xwe re sîstema îdarê ya herî azad û hurr dît û damizirand ku navê wê danîn demokrasî. Di vê sîstemê de çareserîya bûyer û pirsgirêk û bêfermî; bi rêça yasa û kirîterên medenî ve nin.

Îjar em jî, di van herdu penceran de li bûyer û pirsgirêkên navbera Kurdan û neyarên wan ku di serê wan de tirk tênê binhêrin.

Di serê serîn de tu dîrok an jî tu dîrokvanek nikare bibêje ku Kurd ji cihek mayîn hatinin mezopotamya yê. Lê belê hemû tarîx u dîrokvan dibêjin ku Tirk ji Asya Navend, yanê ji çola asya koçber bûne û hatine Rojhilata Navîn, yanê hatine anatolîyê û Kurdistanê.

Bi hatinê tenê nemane û dest bi talan, cerd û zordarîyê kirine. Yanê, bi îstilaha dînî ve mûfsîdîtyê dikin.

Ji ber vê îfsada wan Kurd ji neyarên xwe re dibêjin: Madem hûn dibêjin em bawermend in û bawerîya me bi Xwedê heye, em muraceatê kitêba pîroz ku Quran e bikin û hukm û biryara dide ser seran.
 

Hukmê Quranê:

1-Sûreyê Rûm/22: ”Xuliqandina erd û ezman û cudahîya reng û zimanên we ji ayetên Xwedê ne.“
Başe, Kurd dibêjin ey birayên me yên sittîzekar!
Ger bawerîya we jî bi Xweda heye, ji zimanê me yê Kurdî re rêz bigrin. Çawa Xwedê Tirkî, Erebî û Farisî xuliqandiye, wusa jî zimanê Kurdî jî xuliqandiye.Lê belê wa devî li sed salî kir. Hê Kurdî qedexeye ku di dunê de emsalê vê muamela ku ji alî Tirkan ve bi Kurdan re tê kirin, kesî ne dîye ne bîna ye.

2- Hucurat/13: ”Ey însanno! Me we ji nêr û mêyekê afirand. Paşê jî, me we veqetand irq û qewman, ji boyna hûn hevdû nas bikin û alîkarîya hevdu bikin. Bê guman Xwedê her tiştî baştir dizane û ji her tiştî jî agahdar e.“
Belê, Kurd dibêjin ey Tirkno, Erebno û Farisno!

Ew Xwedayê ku bi navê xwe yê xaliq çawa we xuliqandiye, bi wê qudreta xwe Kurd jî xuliqandiye ku di tehtê nezareta wî xaliqî de di fabrîqa  “K” û “N” de pirr asan e.
Lê ew hê hîmme netewetîya xwe li ser înkar û asîmîle û kuştin û qirkirina gelê Kurd inşa dikin û bi ”tek millet” ê girtine bernadin.

Ji xeyrî van herdu ayetên Quranê, hê bi sedan li ser heq û hiquqê birayetî û cînartî û hevaltîyê hene. Û bi sedan hedîsên Pêxember (E.S) hene. Lê belê ew kesê ku îtirafê bi emrê Xwedê neke, ne hacete ku meriv gotinê qasidê Xwedê di bîra wan bîne.

Dîyar e ev şeşsed sale ev miletan sîleha dîn û ol, ji bona berjewendîyên xwe yên netewî bi kar anîne.

Di hêla hiqûqa medenî de dîsa jî weke mûşrîqê Mekkê, ku ji ar peykeran çê dikin û derdikevin seferê, piştre dema ku birçî dibin dest bi xwarina peykerên xwe dikin. Çavkanîyên yasaya Tirkan Îsviçre, Almanya û Firansa ye. Ji bilî vana ku Turkîye îtiraf bi Kirîterên Kopenhagenê (Yekitîya Ewropa) û bi Carê Gerdûnî ya Neteweya Miletan kiriye. Li gor van yasayên medenî û însanî, qedexeya zimanan, jenosîta qewman, asîmîla gelan ya bi tevn û teşî qedexeye û sûcê li himber însanî yê.

Li himber Kurdan hemû dujminên me van çekên qirêj û gemar ku di serî de Erdoxan dînê Îslamê yê pîroz ji bona koşk û serayên xwe, ji bona îqbal û mansibên xwe û ji bona berjewendîyên xwe yên netewî bi kar tîne.

Di encama van herdu penceran de jî meriv fêm dike ku pirsgirêk ne pirsgirêka Kurdan e. Pirsgirêka eslî û herî mezin ya Tirkan e û Tirk bi xwe nin.

Ji ber ku ne Kurdên çep, ne yên rast, tu Kurdek înkarîya Tirkan nekiriye. Tu Kurdekî, bes ji ber Tirkbûnê dest neavêtiye namûsa tu Tirkî. Hêrîşî axa wan nekirine û mal û xanê Tirkan bi serê wan de wêran nekirine.

Tu kurdekî negotîye Kurdek bedelê dunê ye. Kurdekî li ser çîya û banîyan nenivîsîye ku Kurdewarî bextiyarî ye. Kurd bi Tirkî qise dikin, di malên xwe de tv’yên Tirkan sêr dikin û muzîkên bi Tirkî guhdar dikin.

Lê van tiştên ku min qismek jimartiye, tev ji alî Tirkan ve li himber Kurdan hatine bikaranîn. Dema meriv bibêje min bi Ingilizi îlahîyek guhdar kir, li xweşa Tirkan diçe. Lê tu bibêjî ev îlahîya bi Kurdî ye, tedî hiiiiimekî dikişîne. Di daîreyên dewletê de muamela bi memurên Kurd re jî bile cuda ye.

Her ehlê xwedî wijdan û xwedî însaf, têdigehê ha bi huquqê Îlahî û ha bi hiquqê beşerî Tirk neheq in û mitecawiz in. Sureyê fethê dixwînin û hêrîşî ser Kurdan dikin. Bi wê surê mal û xanên Kurdan bi serê wan de hildiweşînin. Û ev kirinên wan ê necis dibin sedemê sarbûna Kurdan ya ji Îslamê. Di vê esrê de tu serokê hikûmet û komarekê  bi qasî Erdoxan zirar negîhandiye Îslamê.

Kesê xwendevan û bisilmanên bi şiûr û hinek kesên xwedî wijdan, vê yekê ferq dikin lê belê ji sedî çend? Ji ber kirinên Erdoxan ku sîlehê Îslamê li dijî Kurdan bi kar tîne, ji ber vê sedemê yek însan ji îslamê dûr bikeve û yek masûmek (ku bi hezaran) bête kuştin, dunya tev yê wî be çi fayde?

Dîrok van kirinên wan  tevayan tescîl dike.

Îro Kurd M.Kemal û Înönû û Sedam çawa di bîr tîne, bêguman ewê Erdoxan jî her wuha di bîr bînin.

Biranîna min ji bona Erdoxan jî wuha ye:

Dema ew bi sûreyê fethê çû ser Efrînê,

Sureyê tebbet hate bîra min û min got:

Tebbet yeda…

 

Huseyîn Nacî

04.03.2018