image

PeyamaKurd - Gelek heyet û saziyên fermî ji ber ihtimala êrîşên sîberê hinek hişyarî û pend ji bo bikarhênerên sepana WhastAppê weşandin.

Malpera Arap Newsê ya Erebistana Siûdî nûçeyek weşand û tê de got, divê bikahênerên WhastAppê gavên ewlehiyên yên pêwîst cî bi cî bikin an jî sepana WhatsAppê rakin da ku rastî êrîşên sîberê neyên ku li dijî hemû bikarhênerên wê sepanê pêk tên.

Malperê hinek hişyarî û pendên Heyeta Pêwendî û Teknîka Enformasyonê ya Erebistana Siûdî weşandin ji bo bikahênerên WhatsAppê yên li wî welatî bisepînin, ji ber ku xetera êrîşên sîberê zêde bûye.
Ew pend jî wiha ne:

Pêwîst e ku bikahêner taybetmendiya piştrastkirina du gava çalak bike da ku hesabê xwe ji hackkirinê biparêze.

Berî ku çavkaniyê piştrast bike, ti lînkan netikîne.

Agahiyên xwe yên şexsî, hejmara telefona xwe li ser ti malper û hesabên neewle parve neke.

Îca mirov çawa dike ji bo taybetmendiya piştrastkirina du gavan were çalakkirin?

  • Têkeve eyarên WhastAppê û paşê li ser hesabî(Account) bitikîne.
  • Piştrastkirina du gavan, bitikîne û paşê bijarteya çalakkirin(enable)ê bitikîne û hejmara nepen(PIN) ya şeş-hejamrî têkevê.
  • Eger tu bixwazî vê taybetmendiyê betal bikî jî, e-peyama xwe têkeve ku WhastApp dê lînkekê ji te re bişîne. Bi wê lînkê tu yê bikarî vê betal bikî, eger te PINa xwe ji bîr kir.