image

PeyamaKurd - Hinek kêşe têkçûnên herêmî di platforma herî bibandor a medyaya civakî ya Twitterê de rûdidin.

Gelek caran pêgihiştina bi platforma medyaya civakî ya Twitterê kêşe çêdibin. Hîn jî sedema vê kêşeya ku li seranserê cîhanê rûdide nehatiye eşkerekirin.

Bikarhênerên Twitterê yên hewl didin têkevin platformê rastî peyameke wiha tên; "Kêşeyeke teknîkî heye. Spas ku haya we jê çêbû. Em di demeke kurt de serrast bikin û vegerînin rewşa wê ya berê."