image

Tunela di dinyayê de herî mezin û dirêj temam bû 4 dewletan digihîne hev. Dirêjahiya tunelê 57 km ye û welatên Îtalya, Îsvîçre, Avûstûrya û Almanyayê digihîne hev. Navê tunelê Tunela Gotthert Base. 2 hezar metre di binê erdê de ye.

Tunel di 17 salan de temam bûye û maliyeta wê 11 mîlyar ewro ye. Di dema çêkirina tunelê de zinareke yekperçe hatiye qulkirin. Ji bo zinar bê qulkirin makîneyeka matqabê ku çapa wê 12 metre, dirêjahiya wê 400 metre û 3 hezar ton jî giraniya wê bûye, hatiye bikaranîn.

Tê gotin ku nava tunelê 50 derece germe. Di tunelê de rojê 245 trên derbas dibin ku 180 ji wan yên barin û 65 ji wan jî yên rêwiyane. Rojê 9 hezar rêwî tê de derbas dibin lê di sala 2020an de tê plankirin ku vê jimarê derxin heya 15 hezarî.