image

Kurdînûs ango kurdîhez, trendeke nû ye ku di nav keç û xortên kurdan de belav dibê û roj bi roj li hemû qadê madyaya civakî cih digre.  

Kesên ku medyaya civakî bi kurdî bi kar tînin û heman fikr û ramanê xwe bi kurdî parvedikin di nav xwe de ji xwe re dibêjin Kurdînûs an jî Kurdîhez. Ev nav hêdî hêdî li ser Twîtterê belav dibe û her diçe Kurdînûs zêdetir dibin.

Her çikas bi piranî li ser Tiwîtterê bên zanîn jî niha li hemû qadê sosyal medyaya civakî cih digrin. Kesên ku bixwaze bibe Kurdînûs an jî Kurdîhez, hewce ye ku li ser medyaya civakî tenê bi Kurdî binivîsê û jiyana xwe ji her aliyî de bi kurdî bidomîne.

Ev ekol bi piranî ji aliyê nivîskar, helbestvan û rojnamegerên ku di hêla civaka Kurdî de dihatin naskirin ve dest pê kir û ta îro didome. Di serî de kêmtirî 100 Kurdinûs hebûn lê îro ev hejmar gîhiştiye 1000an û di nav wan de ji her deverê Kurdîstanê xebatkar, xwendevan, parêzer û mamoste jî cih digrin.