image

Stranbêj Taylor Swift bi albuma xwe ya dawî "Reputation" rekor şikand. Wê di sermaweza 2017'an de albuma xwe derxistibû û ji wê rojê heta niha 2 mîlyon heb firotin û bi vê rekor şikand.

Di YouTube de jî klîba wê rekor şikandibû.
Li gor nûçeya Billboardê li DYA'yê firotina albuma wê gihîşt 2 mîlyonî ku di du salên dawî de ew tekane hunermend e ku firotina albuma wê digihîje 2 mîlyonî.
"Reputation" şeşemîn albuma wê ye.

Klîba strana wê "Look What you Made Me Do" di sala 2017'an de çawa ketibû Youtube di 24 saetan de 39 mîlyon car hatibû temaşeikirin û bi vê yekê rekora stranbêj Adele "Hello" bi dest xistibû.