image

PeyamaKurd - Modela rûsî Anastasiya Kvitko ya ku ji ber bedena xwe wê dişibînine stêreka showê Kim Kardashiana amerîkî her ku diçe navdartir dibe. Hejmara şopînerên Kvitkoyê gihişte 8 milyonan.

Kvitko ya ji Kalînîngradê ku bi laşciwaniya xwe dişibe Kim Kardashina li ser medyaya civakî elaqeyeke mezin dibîne. Modela ciwan a ku vê pêlê li Los angelesê dijî bi parvekirinên xwe bi dehhezaran şopîneran dikşîne cara ewil bi bincilekî zer fotografekî xwe parvekiribû û bala gelek şopîneran kişandibû.

Kvitko bi ‘Belfie'yeyên xwe (fotografên ku ji paş de têne kişandin) navdar e û heta niha li ser sepana medyaya civakî Instagramê 8 milyon kesan ew şopandiye.

Ji aliyekî ve gelek kes bedena Kvitkoyê diecibînin lê ji aliyê din ve jî ji aliyê gelek kesan ve jî tê rexnekirin.

Kvitko diyar dike ku pîvanên bedena wê 95-63-105 cm. ye û îdiaya ku neştergeriyên estetîkê kirine red dike.