image

Mankena ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Soma Remezanpûr ragihand ku ew ji bo pêkanîna xeyalên xwe li Herêma Kurdistanê dimîne.

Soma Remezanpûr ji Rûdawê re diyar kir ku ji zarokatî ve bala wê li ser karê makyaj û modayê bûye û got: “Herçiqas li Îranê di warê makyaj û modayê de karkirin zehmet be jî, lê dîsa min karê xwe dikir. Ez di wê baweriyê de me her diçe nêzîkî xeyalên xwe dibim.”

Soma Remezanpûr ku niha li bajarê Silêmaniyê dijî, tekez kir ku gelekî ji karê xwe hez dike û wiha axifî: “Bejna min 1.76 e, kîloyên min jî 55 e. Ev pîvan ji bo modeliyê guncav in, yanî tê wetaya ez dikarim li Dubaî, Parîs, New York û her derê cîhanê vî karî bikim.”

Remezanpûr da zanîn ku wê perwerdeya xwe ya makyajê temam kiriye û wiha pêde çû: “Ez dixwazim xeyalên xwe bînim cih.

Di çarçoveya Hefteya Modaya Cîhanê de meha pêşiya me ezê bêm Hewlêrê. Ezê çend nimayîşan pêk bînim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de modela Kurd anî ziman ku çend caran derfeta çûna Ewropayê ji bo wê çêbûye. Remezanpûr got: “Derfet hebû ez herim Amerîka û Ewropayê. Lê min nexwest biçim. Ji bo pêkanîna xeyalên xwe pêwîst e ez li Kurdistanê bimînim. Divê ez wek modelek naskirî herim welatên din.”

Derbarê beşdarbûna di klîban de jî Soma Remezanpûr nerînên xwe wiha anîn ziman: “Zêdeyî 30 derhêneran ji min xwestin ku ez di klîban de rolê werbigrim. Ez bi ti awayî naxwazim di klîban de hebim. Herwiha ligel vê yekê derhênerek ji Rojhilatê Kurdistanê hat Başûr û pêşniyar kir ku ez di fîlma wî de bileyîzim.

Lê min ew pêşniyar jî red kir.” Mankena Kurd di heman demê de diyar kir ku malbata wê jê re gelek dibe alîkar û bi her awayî piştgiriya wê dike.