image

PeyamaKurd - Stranbêja navdar Shakira ragihand: Ew tê Stenbolê. Hunermenda kolombiyayî heta niha 11 xelatên muzîkê Grammy girtine.

Ew niha di tûrneya ya bi navê "El Dorado" de ye û di vê çarçoveyê de diçe welatên cur bi cur. Wê ji ser facebooka xwe re ragihand ku di vê çarçoveyê de dê were Tirkiyeyê.

Shakira wisa nivîsî: "Ji bo ji nû ve li Stenbolê bim û em bi hev re stranên xwe vebêjin ez bêsebir im."
Shakira herî dawî 11 sal berê hatibû Stenbolê û li Kuruçeşme Arenayê konser dabû. Carek din bi organîzasyona BKM'ê dê 11'ê tîrmehê li Stenbolê be.