image

PeyamaKurd - Stêra Amerîkî Selena Gomez, hewl dide ku mala xwe ya li Teksasê bifiroşe.

Hunermenda navdar a Amerîkî Selena Gomez, pêşî bi bihayê 3.5 milyon dolara derxistibû ber firotinê, paşê heta 2.7 milyon dolarî jî kêm kiriye.

Selena Gomez, mala xwe ya ku hewşa wê kevirî û hawîrdorê wê bi şînkatiyê dorpêçkirî cara ewil 3.5 milyon dolar qîmet jêre danî. Lê piştî ku nehate firotin bihayê wê heta 2.7 milyon dolarî kêm kir û jê re li muşteriyekî digere.

Heke mal bi vî fiyetî jî neyê firotin, tê axaftin ku Gomez dê hinekî dî jî kêm bike.