image

Şîrketa şêwirmendiya birêvebirinê McKinsey derbarê mekîneyan û tesîra mekîneyan li pîşeyan raportek belav kir. Di raportê dê kîjan pîşesaz bêkar bimîninin hate diyar kirin.

Li gorî nûçeya Hurriyetê ‘Di raporta pîşeyên kesbdar: Di dema otomasyonê de veguherînê hêz û pîşeyê' de tê diyar kirin ku dê sala 2030î de 800 milyon kes bêkar bimîne.

Li gorî raportê di nava 13 salan de 60%ê kar û pîşeyên heyî dê robot pêk bînin.

Hindek ji van karan ev in: xebatkarên fast-foodê, operatorên mekîneyan, herwiha bexçewan, tesîsatkar û refakatkar jî pîşeyên di bin xetereyê de ne.

Di raportê de tê çaverêkirin ku pîşe ne nû jî derkevin holê lê ji bo vê yekê divê mirovahî destbikariyên din bidest bixe.