image

PeyamaKurd - Kovara Amerîkî ya Forbesê lîsteya aktorên sînemayê yên ku di sala 2018an de herî zêde qezenç kirine belav kir. Ji zilaman bi 239 milyon dolarî George Clooney û ji jinan Scarlett Johansson bi 40.5 milyon dolarî di rêza ewil de cih girtin.

Di lîsteya ku hate parve kirin de ferqa di navbera qezenca zilam û jinan de balkişand.  

Ji jinan bi qezenca 40 milyon dolarî Johansson ku di rêza yekem de ye, dema bi zilaman re bikeve nav lîsteya hevpar encax di rêza 8an de cih digire. Ji bilî Johanssonê di lîsteya hevparî ya 10 kesên sereke de tu jinên dî cih nagirin. Di lîsteya jinan de qezenca her 10ên sereke encax digihê 186  milyon dolarî, li hember vê ya her 10 zilaman 736.5 milyon dolar e. Qezenca zilaman nêzîkî çar cara li ya jinan e. Ferqa di navbera serekeyên lîsteyan Clooney û Johanssonê de jî 6 qat e.

Qezenca 10 jinên aktrîst di bin qezenca George Clooney de dimîne.

George Clooney tevî ku di van demên dawî de di tu projeyan de cih negirtiye jî, qezenca ji firotina şirketa wî ya bi navê Casamigos ku tekîla çêdikir sedema sereke ye. Şirketa Clooney, Casamigos bi peymanek ku bihayê 1 milyar dolarî bo şirketa navdar ya Diageoyê hatibû  firotin.    

Lîsteya lîstikvanên zilam yên qezenca herî zêde bidestdixin: 

George Clooney: 239 milyon dolar
Dwayne Johnson: 119 milyon dolar
Robert Downey Jr: 79 milyon dolar
Chris Hemsworth: 64,5 milyon dolar
Jackie Chan: 45,5 milyon dolar
Will Smith: 42 milyon dolar
Akshay Kumar: 40,5 milyon dolar
Adam Sandler: 39,5 milyon dolar
Chris Evans: 34 milyon dolar
Salman Khan: 33,5 milyon dolar

Lîsteya lîstikvanên jin yên qezenca herî zêde bidestdixin: 

Scarlett Johansson: 40,5 milyon dolar
Angelina Jolie: 28 milyon dolar
Jennifer Aniston: 19,5 milyon dolar
Jennifer Lawrence: 18 milyon dolar
Reese Witherspoon: 16,5 milyon dolar
Mila Kunis: 16 milyon dolar
Julia Roberts: 13 milyon dolar
Cate Blanchett: 12,5 milyon dolar
Melissa McCarthy: 12 milyon dolar
Gal Gadot: 10 milyon dolar