image

 Li Îranê li ser medyaya civakî ceribandinek hatiye pêkanîn û di encama ceribandinê de derketiye holê ku li wî welatî dema ku bi navê "Mecîd" bang li pisîkan dikin, pisîk dizîvire û li kesê ku bang lê dike dinêre.

Li Îranê bikarhênerên medyaya civakî ceribandinek kirine û bi navê mirovan bang li pisîkan kirine.

Ceribandina ku bala mirovan kişandiye, gelek kes ev ceribandin pêk anîne û encameke balkêş derketiye holê.

Tevî ku wan kesên ku ev ceribandin pêk anîne, bi navên din ên mirovan bang li pisîkan kirine û pisîk bersiv nedane, her dema ku mirovek, bi navê "Mecîd" bang li pisîkan dike, pisîk dizîvire û lê dinêre.

Herwiha di dîmenên ku li ser Instagramê hatine belavkirin de xuya dike, dema ku bi navê "Mecîd" bang li şêrekî jî tê kirin, ew jî dizîvire û li mirovên ku bang lê dike mêze dike.

Hêj nediyar e ku ji ber çi pisîk dema ku vî navî dibihîzin bertek nîşan didin.