image

PeyamaKurd - Angaşta ku gîha bi hev re pêwendiyê dikin bi lêkolînên zanistî hat piştrastkirin.

Zanyarên Zanîngeha Uppsala ya Swêd li ser pêwêndiyên nebatan ên bi hevdu re lêkolînek kir.

Di encama lêkolînê de derket holê ku gîha û nebat ji binê erdê sinyalan ji hev re dişînin û mesafeya navbera xwe li ser erd û bexçeyan saz dikin.

Serokê tîma lêkolînê Velemir Ninkovic li ser vê rewşê diyar dike ku dema însan bi cîranên xwe re li hev nakin, bar dikin cihekî din, lê nebat li şûna barkirina cihekî din sinyalan ji hevdu re dişînin û cihê xwe saz dikin.