image

Navdartirîn vîdeo û strana aYoutubeê ya bi navê "Despacito" di encama êrîşeke sîberî ya korsanan de ji malperê hat rakirin.

Malpera The Independentê ragihand ku navdartirîn vîdeoya cîhanê li ser malpera Youtubeê ji nav çû.

Li gorî agahiyan ew vîdeo di encama êrîşeke sîberî ya korsanan de hatiye jêbirin û ji dêvla wê ve vîdeoyek hatiye weşandin ku kesên nenas bi maske û çek tê de derdikevin û gefan dixwin.

Hêjayî gotinê ye ku strana Despacito di dîroka Youtubeê rekoreke temaşekirinê şikandibû ku bêtirî 5 milyaran lê temaşe kiribû.