image

PeyamaKurd - Ji milyarderên Malezî yên herî ciwan Chryseis Tan, jiyaneke ku her kes jê hesûdiyê bike dijî…

Chryseis Tana 28 salî veberdêr û CEOye, li ser hesabê xwe yê Instaramê şêweya jiyana xwe ya ku her kesek hewesa wê dike, tetîlên xwe û xwarinên ku dixwe parve dike.

Chryseis, keça dewlemendtirîn 20emîn kesê Malezî Vincent Tan e û CEOya navenda danûstandinê ya herî mezin li Malezyayê Berjaya Times Squareyê ye.

Chryseis Tan, li ser hesabê xwe yê Instagramê ku 330 hezar kes dişopînin, ji bo şopînerên xwe yên ku stîla wê dişopînin, sepana Goxip damezirandiye da ku bikarin berên wek yê wê peyde bikin.

Chryseis, her tim di siyahetê de dem diborîne, çûnûhatina wê jî bi jeta wê ya taybet e.

Chryseis Tan, heyva Hezîranê bi Faliq Nasimuddin ku kurê milyarderekî Maleziye, nîşanî ya xwe kir.