image

Li Fransayê jina bi navê Mennel Ibtissem, ji ber kampanyaya ku di alehê wê da hat kirinê biryar da ku ji pêşbaziyê vekişe.

Jina sergirtî Mennel Ibtissem beşdarê bernameya kanala TF1ê ya bi navê The Voice (Deng) bû. Ibtissem di bernamê de kilama 'Hallelujah' bi îngilîzî û erebî got. Dengê jina 22 salî ji aliyê hemû juriyan ve hat ecibandin. Piştê demeke kurt di alehê wê de li ser medyaya civakî kampanyayek dan destpêkirin. Yên ku piştgiriyê dan vê kampanyayê digotin ku "ku jineke sergirtî çawa di pêşbaziyek li Fransayê de dibe yekemîn." Di encama vê kampayayê de Mennel Ibtissem biryara vekişandina ji bernamê da. Ibtissem vê biryara xwe di malpera xwe ya facebookê de parvekir.

Gor îdiayan du sedemên lînckirina Mennel Ibtissem hene. Yek sergirtîbûna wê ye ya dudiyan jî ew ku beriye de ji bo Filistînê kilam gotiye.