image

Hunermendê Kurd Yilmaz Ayan li ser êrişên Efrînê stranek bi navê “Şerê Man û Nemanê” got û klîbek jê re çêkir.  Yilmaz Ayanr di strana xwe de dibêje: “Şerê Man û emanê ye û Kurdno tev de rabin. Dijminê xwînxwar hov û dirende ye, topbaran dike mal û milkê me.”

Yimaz Ayan ji Rûdawê re got: “ Efrîn giştî ji bo Kurdistanê girîng e. Er e rast e bajarên din ên wek Kobanî, Şingal û Kerkûk ginrîng bû lê Efrîn gelek girîng e, ew şerê ,man û nemanê ye. Ez wîsa dibînim. Ji ber wê yekê jî min navê stranê danî Şerê Man û Nemanê”

Ayan da zanîn ku peyv û awazên stranê ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin û çêkirin. Deng li Studyoya Car Lorîn hatiye tomarkirin. Dîmenên vîdyo klîbê li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê hatine kişandin û Mihemed Cemal derhêneriya wê kiriye. Di stranê de stranbêj Rojbîn jî ligel Yilmaz Ayan distire.

Klîba Yilzmaz Ayan di demekê de ye ku ji 20ê Çileya 2018ê ve ve Artêşa Tirkiyê û hêzên hevalbendên wê yên di nava refên Artêşa Azad a Sûriyê de êrîşî Efrînê kirine, ku di encama wan êrîşan de gelek kes bûne qurbanî.

https://www.youtube.com/watch?v=KGVL5RdjKOk