image

Li navçeya Wanê, li Başkalê berf bariya û rêyên gelek gundan hatin girtin. Başkale bi nisbet ciyê xwe, ji behrê zahf bilind e û berfa ewilî bi piranî li Başkale dibare. Xelkê deverê ji zûde sobeyên xwe danîne û dadidin.

Li navçeyê berf ji 10 cm yan derbas bûye û li deverên bilind gihaye heya 30 cm yî. Hinek rêyên gundan jî hatine girtin. Şaredariya Başkale û rêvebiriya taybet ya parêzgehê xebatê dikin da rêyan vekin.