image

Li bajarê Erzeromê ku sermayeka bi cemede destpêkiriye, 600 gor hatin amadekirin. Hewa di bin sifrê de dikeve heya 38 dereceyê û di wê sermaye de kes nikare goran bikole. Berya ku ax hêj neqerisiye, tîmên xebatê dixwazin hezar gorî bikolin da amadebin.

Gor ji ber cemed û berfê niha bi kompresoran tên vekirin. Li 2 goristanên ku bi ser şaredariya Erzeromê ve ne, niha xebat dewam dike.

Xebatkarên goristanê dibêjin tenê ew dikarin bi kompresoran goran bikolin. Hêj serma bi temamî çênebûye, dixwazin xebata xwe temam bikin. Dema cenaze werin, wê wan di gorên ku berê hatine amadekirin de  defin bikin.