image

PeyamaKurd- Konsera Hunermendê Kurd Mem Ararat ya ku wê li Amedê hatibana kirin, ji aliyê walîtiya Amedê ve hate qedexekirin.

Di derbarê konsera xwe de Hunermend Mem Ararat li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin di 2yê Êlûnê de li Amedê konsera me hebû. Heta me afîşa konserê jî bi we re parve kiribû. Me ji walîtiya Amedê destûr jî standibû û hemî amadekarî temam bûn. Lê vê carê erkdarên ewlehiyê li me geriyan û gotin ku em destûra konserê nadin û me destûra walîtiyê betal kiriye.”

“Em nizanin bi çi sebebê konsera me hatiye betalkirin.

Lê belê gelî dost û birayan; xemgîn nebin, rojekê hemî walî wê teqawît bibin û vegerine welatê xwe û hemî stranbêj jî wê bimirin. Lê belê stran heta hetayê wê her hebin. Weke rahmetiyê Shakespearê gotibû; stranbêjên welêt, ji qanûnçêkerên welêt hêzdartir in. Hun jî stranên xwe bibêjin, muheqqeq em ê jî bibêjin.”