image

Li bajarê Zonguldakê ya Tirkiyê dara herî kevnar a cîhanê ya ku 4 hezar û 112 sal kiriye hat dîtin. Dara ku di Serdema Bronz de şînbûye wekî dara herî kevnar a cîhanê hat tomar kirin.

Li gor nûçeya Arkeofiliyê li Zonguldakê dara ku di Serdema Bronz de şîn hatiye, wekî dara herî kevnar ya Anatolyayê, ya ku tê zanîne. Dar di heman demê de ket nav pênc darên herî kevnar ên cîhanê.

Temenê darê ji aliyê Zanîngeha Teknîk ya Karadenizê ve hat diyar kirin. Di lêkolanên laboratûarê de derket holê ku dar hê jî pir zexme û heke ji aliyê mirovan ve zirarê nebîne hîn 4 hezar salên din jî dikare bijî.

Li Zonguldakê Bîrdariya Tabîetê ya Gumelî yek ji darîstanên herî kevnarê yên cîhanê ye û di navê de du darên din ku yek jê 1987 û yek jê jî 1164 sal kirine hene.