image

PeyamaKurd - Li parêzgeha West Virginia ya Amerîka jineke 41 salî serê heskiriyê xwe yê 29 salî jê kir. Polîsên ku çûne cihê bûyerê ji ber gotinên wê jinê yên weke” Divê hûn min paşte bibin û destûrê bidin ku ez seriyan hilgirim” ew ecêbmayî hîştin.

Dema ku parêzgeha West Virginia ya Amerîka bi agahiya vê kujeriyê re hejiya, derbarê bûyerê de hûrgilîyeke tirsnak derket holê.

Roena Cheryl Milli ya 41 salî serê hezkiriyê xwe Bo Allen White yê 29 salî serjê kir. Polîs Roena Cheryl Mills bi awayekî ku çav û rûyê wê dinava xwînê de û destekî wê de jî lepik dît. Herwaha polîs ew jin ser gotina wê ya “Min paşte bibin û destûr bidin ku ez seriyan hilgirim ango jê bikim” girtin.

Ji bo Roena Cheryl Mills a ku bi ser jê kirina hezkiriyê xwe hate tewambarkirin lêkolîn tê kirin ka tendurustiya wê ya eqil di cîh de ye an jî na.