image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hunermend Jiyan ji ber ku di kilama xwe de peyva Kurdistanê bikar anî ji aliyê polîsan ve hat binçevkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya mîtînga hilbijartinê de li Agiriyê çalakiyeka konserê li dar xist. Di konserê de ji koma muzîkê ya bi navê Rosî hunermend Jiyan di klama xwe de peyva ‘Kurdistan'ê bi kar anî. Ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê hunermend Jiyan ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Herwiha pêşkeşvanê bernamê Alî Umran Daşkaya jî ji ber ku di axaftina xwe de îfadeya ‘şehîdên demokrasiyê' bi kar anî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.