image

PeyamaKurd - Ivanka Trumpa keça Serokê Amerîkayê Donald Trump, amadekariyê bo girtina şirketa xwe ya dîzayna cilûbergan û pêlavan e dike.

Keça serokê Amerîkayê Ivanka Trump,  da zanîn ku ew ê biryar stendiye û amadekariyê bo girtina şirketa xwe ya ku navê wê li serê ye û ya sêwirandina cilûberg û pêlavan e dike.

Trump, daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand: “Dema me ev marka nû damezirand tu kesî nedikarî serkeftina ku me bidestxistî texmîn bike. Piştî 17ê mehê li Washingtonê dê vegerim jiyana kar an na, yan jî kengê wê mimkun be ez nizanim. Lê ez vê yekê dizanim ku heta demekê dê bala min tim li ser karê min yê ku li Washingtonê dikim, be. Ji ber van hincetan niha stendina vê biryarê bo tîma min  û şirîkên min helwesta herî adilane ye.”   

Şirketa ku beriya niha bi 4 salan hatibû damezirandin di demeke kurt de ketibû nava markayên mezin li cîhanê.

Ivanka Trump, piştî ku ji aliyê bavê xwe ve wek şêwirmend hatibû tayin kirin bo Koşka Spî li dijî marka “Ivanka trump”  li ser navê “li cuzdana xwe xwedî derkeve” kampanya hatibû destpêkirin. 

Herwiha piştî ku Trump li Koşka Spî dest bi peywira xwe kir zircîrmexezeyên Nordstrom firotina berên markeya “Ivanka Trump” dabû sekinandin.

Hefteya derbasbûyî li Kanadayê mexazeya herî mezin Hudson Bay, bi sedema kêmfirotanê, berhemên markeya “Ivanka Trump” ji lîsteya xwe derxistibû.