image

PeyamaKurd - Hunermenda navdar li cîhanê Tina Turner, xweliya kurê xwe yê mezin Craig Raymond Turner ku di 59 saliya xwe de întihar kiribû rijande behrê. 

Hunermenda navdar li ser vê çalakiya xwe wiha got: “Ew dê her tim nazdarê ber dilê min be."

Kurê Hunermenda Amerîkî ya navdar li cîhanê Tina Turnerê, Craig Raymond Turner di serê Tîrmehê de întihar kiribû.

Hunermenda 78 salî, xweliya kurê xwe li perava California rijande behrê.

Turnerê, seremoniya xwelî rijandina behrê bi wêneyekî li ser medya civakî parve kir û wiha got: “Dema întihar kir 59 salî bû, lê her tim ew ê wek bebeka min be.” 

Craig Raymond Turner, li mala xwe ya Studio Cityê mirî hatibû dîtin. Paşî hat fêmkirin ku bi sîlehê xwe kuştiye.

Hunermenda efsanewî zewaca xwe ya paşî bi Ike Turner kiribû. Turner, Craig Raymond girtibû nifûsa xwe û paşnavê xwe dabûyê. 

Craig Raymond nezewicîbû û zarokê wî jî tunebûn. Şêwirmendîtiya emlaqê dikir.