image

Holî ya ku li Hindistanê tê pîrozkirin û wek festîvala rengan tê zanîn li bajarê Chîcago yê Amerîkayê hat pîrozkirin.

Di çanda Hindistanê de ev festîval sembola hatina biharê ye.

Li herêma Lemontê di baxçeyê Perestgeha Hindûyan de şahiyek hat sazkirin.

Ji bilî Hindûyên li Amerîkayê dijîn gelek Amerîkî û geştyar jî beşdarî bernameyê bûn û eleqeyeke mezin dan çalakiyê.

Çalakiyê bi sirûda neteweyî ya Hindistanê dest pê kir.

Yên beşdarî mihrîcanê bûn rûyên xwe boyaxkirin, bi muzîka hindûyan va reqisîn û bi saetan kêfa şahiyê derxistin.