image

PeyamaKurd - Piştî ku sepana Telegramê ya peyaman asteng kir, Serokê Saziya Kontrolkirina Pêwendiyên Giştî û Teknolojiya Agahiyan a Federal a Rûsyayê(Roskomnadzor) Aleksandr Jarovî got ku plan dikin berî sala 2019an lêpirsînekê derheqê Facebookê de bidin destpêkirin. Jarovî teqez kir, eger Facebook li gorî qanûnan tevnegere, dê wê bigirin.

Jarov bi rojnameya Îzvestiyayê re axift û diyar kir ku Facebook hîn jî li gorî mewzûatên Rûsyayê tevnagere û got, dê heta dawiya sala 2018an lêpirsînekê derheqê şirketê de bidin destpêkirin.

Herwiha Jarovî destnîşan kir ku Facebook di avêtina gavên pêwîst de û sepandina qanûnên din de dereng maye û wiha dewam kir, "eger Facebook qanûnan nesepîne, dibe mijara girtina malperê were rojevê."

Jarovî di berdewamiya axiftina xwe de got ku hema hema her 6 mehan carekê bi rayedarên Facebookê re dicivin.

BERÎ NIHA JÎ GOTIBÛ KU DIBE FACEBOOK WERE ASTENGKIRIN

Serokê Saziya Kontrolkirina Pêwendiyên Giştî û Teknolojiya Agahiyan a Federal a Rûsyayê(Roskomnadzor) Aleksandr Jarovî berî niha jî gotibû, eger Facebook li gorî qanûnên parastina daneyên şexsî yên li Sûriyeyê tevnegere, dê wê asteng bikin.

Jarov diyar kiribû ku dibe asteng di sala 2018an de were sepandin û wiha gotibû, "yan em ê bihêlin ku li gorî qanûnan tevbigere yan jî dê xebatên xwe li axa Rûsyayê rawestîne. Ti awarte di vê mijarê de tine ne."

QANÛN ÇI DIBÊJE?

Qanûna parastina daneyên şexsî ya Rûsyayê di 1ê Îlona 2015an de ket meriyetê.

Qanûn teqez dike ku divê daneyên welatiyên Rûsyayê di nava sînorên Rûsyayê de bên parastin. Li gorî qanûnê, malperên vê qanûnê bin pê dikin, dibe Roskomnadzor wan bigire.

ROSKOMNADZOR TELEGRAM Û LINKDIN JÎ ASTENG KIRIBÛN

Roskomnadzor sala 2016an malpera LinkdInê ya parvekirina civakî ya pîşeyî ji ber ku qanûna nepeniya daneyên şexsî ya parastina 5 milyon bikarhênerên rûs bin pê kiribû asteng kiribû.

Hefteya borî jî dadgeha Taganskiyê daxwaza Roskomnadzorê ya astengkirina Telegramê pesend kiribû.