image

Twîttera ku malpera parvekirina civakî ye, meha borî bi daxuyaniyeke ku belav kiribû ragihandibû ew ê sînordakirina hejmara tîpan a 140 derbixin 280 tîpan û ceribandinên vê yekê jî dest pê kirine.

Piştî heyama ceribandinê bi dawî bû re îro hejmara tîpan ên ku dê di pavekirinan bên bikaranîn hat derxistin 280 tîpan. Kesên bikarhêner bo ku ji vê guhertinê sûdê werbigrin hewce nake tu muamelê bikin.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin ew ji ber vê sepana nû pir bi kelecan in û ew ê hewil bidin vê taybetiyê bo temamê zimanan tetbîq bikin.