image

PeyamaKurd -  Hat îdîakirin ku stêra Hollywoodê Angelina Jolieyê, ji Prensesa Brîtanyayê Kate Middletonê li ser munasebeta xwe ya bi Brad Pitt re tewsiye xwestiye.  

Kovara bi navê US Weekly ya magazînê nivîsî ku aktrîsta Amerîkî Angelina Jolie û Prensesa Brîtanyayê Kate Middleton hevalê hev yê nêzîk in û herwiha da zanîn ku herdu jinan sê sal berê li Brîtanyayê di civînekê de ku bi mêrê xwe re beşdar bibûn hevdû nas kirine.

Di nûçeyê de, bal tê kişandin ser wê yekê karên xêrxwaziyê û rolên girîng di weqfên alîkariyê de ew nêzî hevdu kirine û bi rêya e-maîla peywendiya xwe qut nekirine.  
Stêra Hollywoodê û Prensesa Brîtanyayê herî dawî, di heyva gulanê de ku beşeke fîlmê Jolie yê  Malecifient 2 li Londonê hatibû kişandin, hatine ba hev û derket holê ku di wê hevdîtinê de aliyan derheqê jiyana eşqê de tewsiye dane hev.

Saziya weşanê ya Amerîkî xwe dispêre çavkaniyeke Qesra Kensigntonê û îdîa dike ku Middletonê ji Jolieyê pirsiye ku piştî veqetandina ji Brad Pitt ew xwe çawa hîs dike?

Çavkaniya ku nav nehatiye eşkerekirin wiha didomîne: 

“Angelina Jolie ji Kate Middletonê re tişta di dilê xwe xwe de gotiye, di salek û nîva dawî de serpêhatiyên xwe tev gotine. Zahmetiyên wek dayikeke bî û derbarê welayeta zarokên xwe de bi Middletonê re şêwiriye û gotiye ku ewê bêriya Brad Pitt kiriye.

Middletonê jê re gotiye ku divê ji bo zarokên xwe Brad Pitt careke din bikişîne cem xwe .

Li gor baweriya Middletonê herdu wek jin û mêr li hev tên, ji Jolieyê re gotiye heke rêyeke efûkirina Pitt bibîne, duyemîn hatina wan a ba hev dê ji ya berê pir çêtir bibe.
Piştre, hat mulehezekirin ku tewsiyeyên Middletonê di serê stêra 43 salî de cih girtiye. 

Angelina Jolie û Brad Pitt di sala 2016an de zewaca xwe ya 12 salî bi dawî anîbûn, 6 zarokê wan ji vê zewacê hene.