image

Dara sekoya di dinyayê de dara herî mezin û ya zindiye. Esas ciyê ku lê mezin dibe Amerîka bakûr e. Çapa wê 7 metre û dikare heya 120 metreyî bilind bibe. Dara ku wêneyê wê xuya dike bi texmînî temenê wê 3200 sal e.

Cisnê wê tenê li parka Kalîforniyayê ya netewî heye. Dara herî bilind 84 metre ye û dora darê 31 metre ye ku çapa wê dike 10 metre. Ne li ciyê avî mezin dibe. Navê wê yê dinê jî general sherman e.

Navê sekoya ji navê yekî çermsor tê ku şervaneke baş bûye navê wî dane vê darê. Bejna darê heya 120 metreyî dirêj dibe. Hene ku heya 140 metreyî bilind dibin. Cûreyên sekoyayê jî hene. Gelek cara nabe ku mirov karibe temamê darê di yek kareyeka fotoğraf de nîşan bide. Ji ber wê jî divê ji gelek aliyan ve wêneyên darê bê kişandin deynin rex hev da bibe yek wêne.