image

PeyamaKurd - Şirketa Googleê ya amerîkî nûjenkirina webê ya e-peyama xwe Gmailê pêk anî ku raport dibêjin, ev mezintirîn guhertin in ku di dîroka vê xizmetê de pêk hatine.

Şirketa amerîkî dest pê kir ku Gmaila nû ji bo hemû bikarhênerên asayî û şirketan re dabîn bike û ji bo bikarhêner bikare vê xizmeta nû çalak bike, divê ji eyarên li lîsteya jorê ya rastê wê bibijêrin.

Malpera Wiredê diyar kir ku "nûjenkirin dê ji 4 taybetmendiyan pêk were ku berî niha nehatine dîtin û hemû bikarhêner dê bikarin sûdê jê bigirin.

Ew çar taybetmendî wisa ne:

1. Ewlekarî:

Gmailê rêjeya ewlekariya xwe zêde kiriye ku ev e-peyam hinek guhertinên mezin pêk anîn ku him bikaranîna wê xizmetê hêsan dike û him jî ewlekariyê diparêze. Malperê rewşeke nû ji bo taybetmendiyê dabîn kir ku ji çend taybetmendiyan pêk tê. Mirov dikare hejmarek ji e-peyaman bişîne ku dema bidawîbûna wan diyar be û piştî wê, ew e-peyam dê heta heta wenda bibin.

Herwiha bikarhêner dê bikare peyamekê bixwe jî girtî biparêze bi awayekî ku kesê wê peyamê werdigire bikare tenê bi kodekê wê veke û ew kod jî bi telefonê tê şandin.

2. Mafên agahiyan

Xizmeta Gmailê ya nû navgînan ji bo birêvebirina mafên agahiyan dabîn dike ku dikare beralîkirin, daxistin, kopîkirin an jî çapkirina peyaman asteng bike û herwiha bijarteya "tehdîda ewlekariyê" jî dê were çalakkirin ku bikarhêner dê nikaribe ti peyamên xeter veke û tenê piştî ji pêngavan dê bikare veke.

3. Zîrektiya çêkirî

Xizmeta nû ya şirketê teknolojiyeke nû ya zîrektîya çêkirî pêşkêş dike ku hişyarî, bersivên jîr û bibîranînên giring dihewîne. Herwiha teknolojiya "bersiva jîr" jî di nav hinek peyaman de heye."

4. Dîzayina nû

Bişkokên nû ji bo arşîvkirin, jêbirin û peyitandinê hatine zêdekirin û herwiha taybetmendiya Offline jî hat danîn. Taybetiyeke din jî heye ku peyam piştî 90 rojan bê jêbirin an jî arşîvkirin.