image

Zekî Keskinê bi nasnavê "Bitîrîm Zekî" dihat nasîn ku qama wî 90 santîmêtro bû û demekê bi aktorên Yeşîlçamê ra di fîlman da dilîst li Sêwasê li nexweşxaneya dihat dermankirin wefat kir.

Keskîn demek berê li Serwîsa Cerahiya Sîngê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Cumhuriyetê hatibû razandin û dihat dermankirin. Keskînê 70 salî digel midaxeleyê li nexweşxaneyê wefat kir.

Prof. Dr. Ekber Şahînê Serokê Beşa Makezanista Cerahiya Sîngê daxuyanî da nûçegihanê û destnîşan kir ku Keskîn qederê 10 roj ewil ji ber nefes, pişik û tansiyona bilind anîne nexweşxaneyê.