image

PeyamaKurd - Komedyenê amerîkî yê navdar Bill Cosby ji ber destwerdana cinsî ya jineke bi navê Andrea Costand li sala 2004an li mala xwe, ji aliyê dadgehê ve hat sizadan.

Cosbyê 80 salî ji aliyê dadgeha herêmî ya Philadelphiayê ve bi 10 salên girtîgehê hat sizadan.

Dadgehê bi hinceta ku Cosby sala 2004an li mala xwe Costand bi hebekê razandiye û destwerdana wê kiriye 10 sal ceza da.

Cosby ji 3 dozên destwerdanê yên pê dihat dadgehkirin ceza xwar.

Beriya niha jî bi heman tawanbariyan cezayê girtîgehê li Cosby hatibû birîn û bi kefaleta 1 milyon dolarî hatibû berdan.