image

PeyamaKurd – Hunermenda navdar a Amerîkî Beyonce, di encama xebata vekolînên li ser secereya xwe de agahiyên bidest ketiye parve kir. Ew ê diyar kir ku neviya bendeyekê ye ku bi xwediyê xwe re zewicî ye.

Beyonce ya ku pir caran li gor rapirsiyan jin a herî bedew li dinyayê tê bijartin, secereya binemala ku eW bedewî jê tê derkete holê.

Hunermenda navdar ji kovara Vogueyê re axivî, derheqê binemala ku ji reşik û spiyan pêktê heta îro tiştê ku nedihatine zanîn parve kir.

Binemala Hunermenda 36 salî  digihê Louisiana ya ku 150 sal raboriya wê ya bendetiyê heyî.

Beyonce: “Min li ser secereya xwe lêkolîn kir, agahiyên min bidest xist ev in; Ez neviya koleyekê me ku aşiqê xwediyê xwe bûye û pê re zewicî ye.”

Beyonce, binemala ku raboriya wê digihê salên 1800an, ji nifşa 3ya dapîra min bi navê Rosalie Jean Louis koleyeke reşik bûye.

Koletî, li Amerîkayê di heyama Abraham Lîncoln de  li sala 1865an bi temamî hate rakirin.