image

Bi beşdariya zêdetir ji 30 bedewên ji çend herêmên Rûsyayê, li Moskow a paytexta wî welatî pêşbirka Top Modela 2017an birêve çû.

Di pêşbirkê de tevî bedewbûnê, taybetmendiyên kesayetî jî wekî krîter hatibûn diyarkirin.

Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê, di kategoriya Top Modela Plus a 2017an a pêşbirkê de Alina Feadakidi bû modela herî bedew.

Bedewên serkevtî yên di wê pêşbirkê de, dê di pêşbirêkên herêmî û navdewletî yên modelan de nûnertiya Rûsyayê bikin.

Taybetmendiya pêşbirka îsal a modelên Rûsyayê ew e, ku kategoriya Top Modela Plus a 2017an li bernameyê hatiye zêdekirin.