image

PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîka Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama ji bo produktoriyê li gel Netflix a t0ra televezyona înternetê ya gerdûnî li hev kirin.

Di daxuyaniya Netflix de hat ragehandin Obama û hevjîna xwe ji bo hilbirîneriya fîlm û rêze fîlm li gel şîrketê li hev kirine û ragehand di nava van projeyande rêze fîlmên bi senaryo û bê senaryo, dokumanter, rêze fîlmên dokumenterî û fîlmên metrajî yên dirêj jî wê hebin.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin projeya ku mijara gotinêye, wê bigihêje 125 mîlyon bikarhênerên li 190 walatên Cîhanê.

Serokê 44 remîn yê Amerîka Obama di daxuyaniya xwe de diyar kir, ”Me di tavahiya xizmeta rayagîştî de di her qadeke jiyanê de mirovên tesîrdar ango zana nas kir û ezmûnên wan bi girseyeke hîn mezintir re ragehanîn. Ez û Michelle hêvî dikin ku çîrokên behremend, hest dar û dengên behremend ji tevahiya Cîhanêre parve bikin.”

Michelle Obama jî diyar kir,” ez û Barack di wê baweriyê de ne ku her demekê hêzeke çîrok vegotinê heye û dibe sedem ku em derbarê cîhanê de cuda fikir bikin

Rêvebirê asta jor yê di Netflix de berpirs Ted Sarandos jî diyar kir Obama û hevjîna xwe dinava navên ku di rayagîştî ya Cîhanê de erk wergirtine cîh girtine û diyar kir, ew xwedî asteke girîngin ku dikarin xwe di nava civakê de navên ku cudahiyê bide avakirin derxin holê.

Li gor bilançoya herî davî a Netflix ya ku di meha Nîsanê de hat weşandin, şîrketê di çarîka dûyemîn a vê salê de hejmara abonrbûna civakê ya di gîştî Cîhanê de gihîştiye nêzî 131 mîlyonan.