image

Îro li bakûrê Kurdistanê li bajarên Bedlîs, Mûş û Wanê ji ber barîna berfê rêyên ji 800 gundî zêdetir hatin girtin. Hewldanên vekirina rê ji aliyê dezge û saziyên dewletê ve berdewame.

Li başûrê Kurdistanê li nahiya Sersing û navçeya Amediyê û aliyê Bamernê berfek zêde bariya. Heya niha di hatûçûna erebeyan de ti problem tine ye.

Seqema Kurdistanê li gelek deveran ketiye binê sifrê ku yek ji wan navçeya Çildirê ye. Çildir ji behrê gelek bilinde û taybetmendiya wê ew e ku ava Gola Çildirê diqerise û dibe cemed. Dema dibe cemed, xelk dikare cemedê qul bike û ji xwe re di wan qulan de masiyan ji ava golê bigre. Carna erebe jî dikarin li er golê bigerin.

Dema cemedgirtina golê destpêdike, xelk dikare bi ereba hespa li serê bigere û hetta tûrîzma ser cemeda golê bi xwe tişteka balkêşe. Wekî din jî li ser cemeda golê gelek kes tên herêmê û ji xwe re dikarin sorên zivistanê bikin.