image

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ji Ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî û Ragihand: "Tirkiye bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Îro li Efrînê şerekî bêehlaq pêk tê. Divê cîhan xwedî li gelê ku li dijî DAIŞê şer kirin, derkeve."

Li gor nûçeya Spûtnîk Kurdistanê Nûrî Mehmûd diyar dike ku êrîş li dijî Efrînê berdewam dikin û dibêje: "Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên El Nusrayê, ASAyê bi dijwarî êrîşî Efrînê dikin. Bombebaran dikin. Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne. Balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê herêmên Efrînê bombebaran dikin. Di êrîşên li ser Efrînê de, ne tenê Amerîka lê tevahiya cîhanê bêdeng e. Amerîka û Rûsya di nav de, gelek dewlet bêdeng in. Diviyabû ev dewlet li gel Bakurê Sûriyeyê bûna. Divê wan helwesteke wiha nîşan bida ku ji bo istîqrara Sûriyeyê û bûya ne ji bo piştgiriya derxistina aloziyan bûya."