image

Parlamenterê kurd li Parlamentoya Sûriyeyê Omer Osî diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê dixwaze alîkarî ji YPGê re bişîne Efrînê, lê îdiakir ku YPG vê yekê qebûl nake. Herwiha ji bo rawestandina li dijî êrîşên li ser Efrînê hevdîtinên di navbera Artêşa Rejimê û YPGê de dewam dikin.

Li gor peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê Omer Osî derbarê êrîşçn Tirkiyeyê li ser Efrînê de destnîşan dike ku rejima Esad dixwaze alîkariya leşkerî bişîne Efrînê lêbelê YPG vê daxwazê red dike. Herwiha Osî radigihîne ku hîn jî danûstandin di navbera YPG û rejima Sûriyeyê de berdewam in.