image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Bizava Goranê mehane 250 hezar dolar piştgiriya darayî ji YNKê stendiye û ev bûye sedema nîqaşan.

Parlamenterê Goranê li Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku Goranê mehane 250 hezar dolar pere ji YNKê stendiye lê belê berpirsên din ên partiyê agahdarî wî pereyî ne.

Vê mijara pereyan nîqaş û tevlihevî xiste nava Goranê û rexnegir jî diyar dikin ku ji Goran behsa gendeliyên YNKê neke rêveberên wê partiyê ev pere mehane dane Goranê.