image

PeyamaKurd - Endamê YNKê yê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî dibêje, ew hêj jî bi tevahî bêhêvî nebûne, ku ew guftûgoyên YNK û PDKê di derbarê Kerkûkê de bigihînin encamekê, lê ji bo demeke nêzîk jî nikarin geş bin: “Nabe em her tim çaverê bikin. Rewşa Kerkûkê hîn zêde nikare li bendê be û divê PDK vegere.”

Roja sêşema derbasbûyî, 21 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li salona civînê amadebûn, ku berpirsên YNKê bi dengekî hîn bilind daxwaza vegera PDKê kir, daku di civînê de bi piraniya dengan parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijêrin.

Eskerî dide zanîn, ku ew daxwaza PDKê ya derbarê Kerkûkê de fêm nakin û got: “Tu daxwazî nekiriye û negotiye çi pêwîst in. Ew tişta ku ew dixwazin jî divê Serokwezîrê Iraqê cîbicî bike, ne YNK.”

Di roja 16ê Cotmeha sala derbasbûyî de hêzên artêşa Iraq û çekdarên Heşda Şeibî êrîşê ser bajarê Kerkûkê kir û desthilatiya rêveberî û siyasî ya Kurdan li wî bajarî anî nêzikî tunebûnê.  Ji wê demê ve karkirina encûmena parêzgehê ji bo hilbijartina parêzgarekî nû, yek ji ew xalên nakokî ye di navbera PDK û YNKê de.

YNK çaverê dike Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî vegere, daku ew karibin ji bo karkirina encûmenê û hilbijartina parêzgar rêkarên yasayî bigirin ber xwe. Lê Talebanî bi nameyekê desthilatiyên xwe bi şêweyekî demkî da endamekî Tirkmen ê encûmenê, heta dema ku ew vedigere.

Rêbwar Talebanî dibêje: “Min dest ji kar nekişandiye lê di vê demê de mijûl im û nikarim vegerim. Danişîna ji bo hilbijartina parêzgar jî bêyî amadebûna serokê encûmenê ne destûrî û yasayî ye. Ew endamê ku min jê xwest bi demkî desthilatiya min werbigire, ne amade ye pesend bike.”

Lê Ehmed Eskerî di wê baweriyê de ye, ku veguhestina desthilatiyên serokê encûmenê ji bo endamekî encûmenê, gava serokê encûmenê ne nexweş be û rêwîtiyê neke, ne yasayî ye û dibêje: “Divê ew bi xwe vegere û roja sêşema bê 25 endamên encûmenê amade dibin. Niha di warê destnîşankirina parêzgar û karkirina encûmena parêzgehê de wek berê kêşeyên Ereb û Tirkmenan jî tune ne.”

Li gor zanyariyên ku ji çend çavkaniyan hatine bidestxistin, beriya hilbijartina Parlamentoya Iraqê guftûgoyên di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de, ku bi agahdariya Amerikayê ji bo rêkevtina li ser şêwaza vegera pêşmerge ya Kerkûkê û herêmên din pêk hatin, negihîştin emcamê, ji ber ku PDKê dixwest pêşmerge bi desthilatiyeke giştî vegere û Wezareta Pêşmerge fermanê werbigire, ne Bexda.

Endamê PDKê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal destnîşan kir, ku heta di rewşa Kerkûkê de ti guhertin çênebe, nabe YNK li benda vegera PDKê be û got: “Heta Kerkûk asayî nebe, hêzên leşkerî neçin derve û rewşa leşkerî bi dawî nebe, em naçin.”

Ew berpirsê PDKê herwiha dibêje, ji bo me Kerkûk bûye pakêta guftûgoyê li gel wê hikumeta niha ya Adil Ebdulmehdî, ku li ser pêkhatina wê mijûlî heye: “Gava ku hikumeta nû rewşa Kerkûkê asayî kir, wê gavê em dê li gel YNK û hikumeta nû ya Iraqê wê pirsê yekalî bikin.”

Li gor agahiyên ku ji berpirsekî YNKê hatiye wergirtin, ger YNK pişrast bibe ku PDK venagere, amade ye cîgirê parêzgariya Kerkûkê bide Erebekî sunne û serokê encûmena Kerkûkê jî bide Tirkmenekî û ew jî postê parêzgariyê werbigire.

Wî berpirsê YNKê got: “Di destpêkê de Tirkmen bi vê yekê razî nebûn. Niha nermtir in, lê li gor me ya baş ew e, ku em li gel PDKê rêkevtî bin.”

Rêbwar Talebanî bêyî amadebûna hemû endamên encûmenê û asayîkirina rewşa Kerkûkê, yekalîkirina posta parêzgariyê û postên din bi yasayî û destûrî qebûl nake: “Ne asayîş aram e û ne jî beşek ji endam dikarin vegerin. Ji bo vê yekê beriya her tiştî, divê ew rewş were asayîkirin.”