image

PeyamaKurd - Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre ragihand ku Parlamentera Meclisa Iraqê ya YNKê Ala Talebanî heta kongreyê ji partiyê hatiye qewirandin.

Sadî Pîre, ragihand ku biryara dûrxistina Ala Talebaniyê ji aliyê Mekteba Siyasî ve hatiye girtin û nabe ku endameke wan di lîsteyeke din de bibin endam.

Berdevkê YNKê diyar kir ku ji ber Ala Talebaniyê di partiyeke Erebî de bûye namzed nabe ku di nava partiya wan de bimîne û loma jî heta kongreyê hatiye qewirandin.