image

YNK a ku bi serkêşîya Talabanîyan li Kerkûkê xiyanetek mezin li Kurdistanê kir û xewn û xeyalên Kurdan yên serxwebûnê ji bo demekê têk bir, dev ji kiryarên xwe yên kirêt bernade û endamên ÎŞÎD ên ku hatibûn girtin radestî Iraqê û Heşda Şebiî dike.

Wek tê zanîn, berî demekê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza radestkirina ÎŞÎDî yên girtî li Hikûmeta Kurdistanê kiribû, lê rayedarên Kurdistanê ev daxwaz neanîbûn cîh. Lê piştî ku xiyanetkarên Kerkûkê Kerkûk radestî Iraq û Îranê kirin, niha jî endamên ÎŞÎDê azad dikin û wan radestî Iraqê û Îranê dikin.

Berpirsê giştî yê asayiş û îstixbarata Kerkûkê Mehn Seidî -ku endamê îstixbarata rêjîma Saddam Husên bû-  ji malperek Iraqî re gotiye ku „ YNK li Kerkûkê 150 terorîst teslîmî me kiriye û ew di bin lêpirsînê de ne“.

Di radestkirina endamên ÎŞÎDê de helbet mebesta Iraq û Îranê ne ew e ku wan ceza bike û dîsa vegerîne zindanê. Mebesta Iraq û Îranê helbet ew e ku wan endamên ÎŞÎDê dîsa li hember Kurdan û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi kar bîne û wan li dijî Pêşmerge bide şerkirin.

Z.B