image

PeyamaKurd - Nûnera Yekîtiya Ewropayê (YE) a Hewlêrê Clarisse Pasztory, berbijerîya Mesrûr Barzanî bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir û diyar kir, ew hêvî dikin bi hikûmeta nû re pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê baştir bibin.

‘DÊ REFORMÊN SIYASÎ Û ABORÎ PÊK BÎNE’

Pasztory ji televizyoneke Kurdistanê re daxuyakirin, ew Mesrûr Barzanî baş dinasin û got, “Me Mesrûr Barzanî bi têkoşîna wî ya dijî DAIŞê çêtir nas kir. Wî ligel civaka navdewletî kordînasyon pêk anî. Ew xwedî kesayetek cidî ye û dikare reformên siyasî û aborî pêk bîne. Em namzediya wî ya serokwezîriyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

BALYOZÊ ROMANYA: PÊ BAWER IM, SERKEFTINA WÊ DIXWAZIM

Herwiha Balyozê Bexdayê yê Romanyayê Iacob Prada jî daxuyakirin, Mesrûr Barzanî ji bo sazkirina pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê navekî di cî de ye û diyar kir, “Heger rojên pêş rêveberiya Hewlêrê serbixwe bibe jî divê bibe dostê herî baş ê Bexdayê. Pêwîste Kurd jî di nav xwe de yek bin. Beriya niha bi Mesrûr Barzanî re civiyam. Em ji hev têdigihin. Ez pê bawerim ku dê karê herî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike. Serkeftina wî dixwazim.”