image

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Rex Tillerson tekez kir, ku Washington berdewam ji Hikûmeta Iraqê dixwaze zemînê ji bo destpêkirina diyaloga ciddî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweÅŸ bike heya bigehêjin armanceke baÅŸ.

Îro di pêwendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, ji bilî xwestina sersaxiyê bi nave xwe û welatê xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdheja hefteya derbasbûyî ku Herêma Kurdistanê jî girtibû, amadebûna welatê xwe ji bo her alîkarî û hevrêziyê nîÅŸan da.

Tillerson dilxweÅŸiya xwe li ser hêminbûna hêlên di navbera PêÅŸmerge û hêzên Iraqî de da xuyakirin û xweragirtina herdu aliyan ji bo parastina aramiyê bilind nirxand, herweha destxweÅŸî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo rêzgirtin li ÅŸiroveya dadgeha federalî ya Iraqê derbarê destûrê, tekezî li ser parastina aramiyê jî kir ji bo xweÅŸkirina zemînê ji bo diyalogekî ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser bingeha destûrê.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistan wekî her dem ragihandiye ew amade ye ji diyalogeke ciddî re li gel hikûmeta federalî ya Iraqê, daku hemû kêÅŸe li ser bingeha destûrê bên çarekirin.

Herweha hêvî xwest ku Amerîka û welatên hevpeyman rola xwe di destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê de bilîzin û hevkar û piÅŸtevan bin.

Nêçîrvan Barzanî diyar jî kir, ku ew pêÅŸwaziya her alîkariyekê ji bo mexdûrên erhejê dikin û tekez kir, ku pêwîst e dorpêça li ser firîngehên Herêma Kurdistan bê rakirin, bi taybet ku di warê mirovî de pêwîstiyeke mezin bi gihandina alîkariyan heye, ji ber ku beÅŸekî mezin ji alîkariyan ji bo bêtirî milyonek û 500 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê, bi riya firîngehan tên gihandin.