image

Îro 26emîn roja êrîşa artêşa Tirkiyeyê ye li ser Efrînê, Artêşa Tirkiyeyê navçeyên Bilbil, Şera û Şiyê yên Efrînê bi çekên giran topbaran dike, top jî malên welatiyên sivîl dikevin.

Herwiha gundên navçeyên Bilbil û Şiyê bi çekên giran tên topbarankirin, ku di wan topbaran de malên welatiyan bûne armanc.

Got jî, gundê Eyn Hicerê yê 10 K.m li bakurê Efrînê jî rastî topbaranê hatiye. Do jî, artêşa Tirkiyeyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.